DI SEDSALA 19'EMÎN DE REWŞA KURDAN

Stok Kodu:
9786058140844
Boyut:
184
Sayfa Sayısı:
184
Basım Yeri:
Bizim Büro Matbaacılık, Ankara
Baskı:
1
Basım Tarihi:
Haziran, 2018
Çeviren:
TÊMÛRÊ XELÎL
Resimleyen:
1
Dili:
Kurdî / Kürtçe
132,00
9786058140844
1038457
DI SEDSALA 19'EMÎN DE REWŞA KURDAN
DI SEDSALA 19'EMÎN DE REWŞA KURDAN
132.00

Ew pirtûka ku gelek lêkolîner, pispor û nivîskaran wek çavkanî jê behs dikir û wek referans nîşan dida û hîna jî didin va ye bi kurdî ye. Pirtûka ku ji alîyê A. Xalfîn ve hatiye nivîsandin û di sala 1963'yan de hatiye weşandin êdî li ber destên xwînerên kurdî ye. Berhem ji gelek alîyan ve balkêş e. Carekê xalfîn armanc û çarçoveya xwe pir zelal diyar kiriye û xebata xwe li wê gorê kiriye. Çavkanîyên ku sûd ji wan wergirtiye û bi kar anîne tev ji xwîneran re vegotiye. Gava ku mirov pirtûkê bixwîne mirov ê bi hêsanî pêvejoya amadekirina pirtûkê têbigihîje.

Pirtûk sedsalekê ji dîroka kurdan dide ber xwe. Sedsala 19'emîn. Ên ku kêm zêde ji dîroka kurdan haydar bin, ji bo kurdan girîngîya vê sedsalê dizanin. Ji hêlekê ve pêvajoya netewdewletê dest pê kiriye û bayê wê dewletên ku li ser axa kurdan desthilat in jî, daye ber xwe. Pêvejoya împaratorîyan ber bi dawîbûnê ve diçe. Osmanî û Îran hewl didin ku li hemberî vê pêvajoyê xwe veguherînin û bi wî awayî li ber xwe bidin. Ji bo vê yekê jî hewl didin ku mîrgehên kurdan ji holê rakin. Îngiltere û Rûsya ku li herêmê dagirker in bi hemû qirêjî û bêehlaqîya xwe ve di vê pêvajoyê de cih digirin û gelek bûyer û qewimînên ku li herêmê pêk tên bi vê pêvajoyê ve girêdayî ne. Ev pirtûk dûr û dirêj vê pêvajoyê vedibêje.

Û di vê pêvajoyê de hêzên ku dixwazin li herêmê bi cih bibin, hewl didin ku kurdan nas bikin û her hêzek li gor xwe dîrokekê ji kurdan re dinivîse. Xalfîn ev rastî di pêşgotina xwe de wiha raxistiye ber çavan: "Di nava rojhilatzanîya welatên dereke û ya me de Kurdistan zêdetir di hêla arkeolojîyê, etnografîyê (miletzanîyê) û zimanzanîyê de hatiye vekolandin. Keda pirtirîn di nava Kurdzanîyê de ya zanyarên Rûsayê ye. Ew bi wê yekê ve tê şîrovekirin, ku sînorê Rûsyayê bi Kurdistanê re heye û di nav welatê wê de hinek Kurd hebûn. Lewma jî guhdarîya di hindava Kurdistanê û gelê Kurd de, ku di dehsalên pêşîn ên sedsala 19'emîn de li Rûsyayê pêk hatiye, ne tenê ji bo karê zanyarîyê bû, lê her wiha seba pêwîstîya sîyaseta der û hundir bû jî."

Bi xwendina vê pirtûkê hûn ê tenê agahîyêh sedsalekê wernegirin, di heman demê de hûn ê rastîya çavkanî û xebatên der barê kurdan de jî fam bikin. Xalfîn di vê mijarê de wiha dibêje: "Hilbet tê fehmkirin, ku ev hemû serkanî jî li gorî berjewandîyan hatine amadekirin û weşandin. Xwedanên wan, amadekar, weşanger rastîya sîyaseta hikumeta "xwe" ya bindestkirinê di hindava Kurdistanê de "binperde" dikin, sîyaseta wê hikumetê û paşmayînên wê yên malxerab bi rengê spî nîşan didin û wê sîyasetê gelek caran eşîretên Kurdan dikir nava rewşeke xerab. Dema bikaranîna van serkanîyan û çavkanîyan, her wiha dokumentên arşîvan ên neweşandî, pêwîst e mirov gelekî bi fesal be û bi çavekî rexnegir li wan binihêre."

Pirtûk ji alîyê Têmûrê Xelîl ve ji Rûsî hatiye wergerandin û Weşanxaneya lîsê jî wê digihîne ber destên we. Bi rastî jî pirtûk bi qasî ku pêdivîyê bi gotinê nehêle balkêş û taybet e.

Kitabın temin süresi ortalama 3-5 gündür. Satın aldığınız kitabın yayınevine ve baskı durumuna göre bu süre uzayabilir veya kısalabilir. Megakitap.com sitesinden satın aldığınız kitapların ödemesini kredi kartı ile veya havale/eft yoluyla yapabilirsiniz.

Kitaplar temin edildikten sonra kargoya verilecektir. Stokta bulunan kitaplar aynı gün kargoya verilir. Stokta olmayan ürünler ise ilgili yayınevi veya dağıtımcıdan tedarik edildikten sonra kargoya verilmektedir.

Kargonun teslim süresi bulunduğunuz bölgeye ve seçtiğiniz kargo firmasına göre değişkenlik göstermekle birlikte ortalama 1-2 gündür.

Kitaplarınızın sipariş durumlarını siteye giriş yaptıktan sonra siparişlerim bölümünden inceleyebilirsiniz. Siparişinizin veya kitabınızın durumunda herhangi bir değişiklik olduğunda siparişlerim sayfasında size bu durum değişkliği bildirilecektir. Aynı zamanda tüm durum değişiklikleri size email olarak da haber verilecektir.

Kapat