HEMÛ BERHEM - EHMEDÊ XANÎ

Stok Kodu:
9786057535238
Boyut:
350
Sayfa Sayısı:
350
Basım Yeri:
Bizim Büro Matbaacılık, Ankara
Baskı:
2
Basım Tarihi:
Mayıs, 2019
Resimleyen:
2
Dili:
Kurdî / Kürtçe
396,00
9786057535238
1038479
HEMÛ BERHEM - EHMEDÊ XANÎ
HEMÛ BERHEM - EHMEDÊ XANÎ
396

Ehmedê Xanî Pistî Sê Sed Salan Bi Hemû Berhemên Xwe Ve

Ferheng, ziman û wêjeya Kurdî warekî adan e, lê mixabin, ji ber ku bê xwedî maye, heya niha nekarîye wê hêz û şîyana xwe ya ku di xwe hilanîye bide der, nekarîye wê hêz û şîyanê ji geşedana civaka Kurd re bike palpişt. Civaka Kurd, ji hemû dînamîk û bizavan bêtir, ji van bizav û dînamîkên navborî bê par maye, bê par hatîye histin. Yek ji rêyên cîbîcîkirina vê yekê jî ew e, çawa ku li cîhanê her û her bi wî awayî hatîye kirin, ku berhemên nivîskar û helbestkarên mezin bên berhevkirin, bi edîsyoneke birêkûpêk û bi çapeke xweşik bên çapkirin û belavkirin. Nivîskar û helbestkarên ku em behsa wan dikin, kanonên wan ferheng, ziman û wêjeyan in; desthilatdarîya wan a ramanî li ser hemû beşên civakê heye; deq û metnên wan bo hemû deq û metnên ku piştî wan têne nivîsandin dibin palpişt.

Mirov dikare bi dilfirehî destnîşan bike ku bi hêza xwe ya wêjekarîyê ve Ehmedê Xanî yekane şexsîyetê Kurd e, ku desthilatdarîyeke bi vî rengî bi dest xistîye. Dengê wî yê bilind û pirrşax, bi rêya deqa hemû berhemên wî, ev zêdeyî sê sed salan e li paşxaneya hişê me, li bîra Kurdbûnê deng vedide. Çapkirin û belavkirina hemû berhemên Ehmedê Xanî'yê xwedîyê derd û kula me, ji vî awirî ve, karekî derengmayî ye. Lewma jî, berhemên Ehmedê Xanî yên ku bi saya serê destnivîsên curecur gihiştine îro; mesnewîya wî ya mezin a bi navêMem û Zîn, ferhenga bi navê Nûbara Biçûkana ku Xanî ji bo zarokên Kurd amade kirîye da ku ew bikaribin Erebîya ku zimanê wê dewrê yê ronîbûn û rewşenbîrîyê ye bi hêsanî fêr bibin, her du berhemên wî yên bi navênEqîdeya ÎslamêûEqîdeya Îmanê, her wiha helbestên ku bi serDîwana wî ve têne hesibandin, hemû ji alîyê Weşanxaneya Lîsê ve, li jêr rêza bi navê Bênder, bi sernavê Hemû Berhem, wekî pirtûkekê, bi çapeke xweşik û bi kedeke mezin cara pêşîn e hatin çapkirin.

Weşanxaneya Lîsê di vî warî de gava pêşîn avêt, bi hemû berhemên Ehmedê Xanî ve, ku ji pênc pirtûkan pêk tê, li jêr rêza bi navê Bênderê, dest bi ji nû ve edîtkirin, çapkirin û belavkirina berhemên Kurdî yên damezirîner û kanon kir. Pispor, lêkolîner û nivîskarên ku li ser Ehmedê Xanî xebat kirine, hêz û piştgirîya manewî dan kedkarên vê berhemê. Kawa Nemir edîtorîya berhemê kir

Ferheng, ziman û wêjeya Kurdî warekî adan e, Lîsê bi çapkirina vê berhema bi navê Ehmedê Xanî-Hemû Berhem ve nîşan da ku ev war ne bê xwedî ye, ya jê girîngtir jî, dê ev berhem di ber destên nifşên nû re derbas bibin, dê bi têgihiştineke hê hevçaxtir werin helsengandin.

Kitabın temin süresi ortalama 3-5 gündür. Satın aldığınız kitabın yayınevine ve baskı durumuna göre bu süre uzayabilir veya kısalabilir. Megakitap.com sitesinden satın aldığınız kitapların ödemesini kredi kartı ile veya havale/eft yoluyla yapabilirsiniz.

Kitaplar temin edildikten sonra kargoya verilecektir. Stokta bulunan kitaplar aynı gün kargoya verilir. Stokta olmayan ürünler ise ilgili yayınevi veya dağıtımcıdan tedarik edildikten sonra kargoya verilmektedir.

Kargonun teslim süresi bulunduğunuz bölgeye ve seçtiğiniz kargo firmasına göre değişkenlik göstermekle birlikte ortalama 1-2 gündür.

Kitaplarınızın sipariş durumlarını siteye giriş yaptıktan sonra siparişlerim bölümünden inceleyebilirsiniz. Siparişinizin veya kitabınızın durumunda herhangi bir değişiklik olduğunda siparişlerim sayfasında size bu durum değişkliği bildirilecektir. Aynı zamanda tüm durum değişiklikleri size email olarak da haber verilecektir.

Kapat