Ken Parker Lehengekî xêzeromanî ye ku ji layê nivîskar Giancarlo Berardi û xêzker Ivo Milazzo ve hatiye afirandin. Kesayetî û rûdêma Ken Parker feyza xwe ji Robert Redford ê serlehengê fîlma "Jeremiah Johnson" a derhênerê navdar Sydney Pollack werdigire. Kesê ku cara yekem Ken Parker dixwîne, serê pêşîn di bin bandora behremendiya Berardi ya di warê vebêjiya realîst a sînemayî de û vehûnandina diyalogên wî yên ciwan de dimîne ku di vî warî de ew ne kêmî derhênerên mezin e. Piştre jî dibe hijmetkarê wê xêza pir şêweyî ya ku ji serê firça Milazzo veder tê, ku karakter û mekanan di gel hemû hestên wan bi awayekî ew çend ciwan vediguhêzîne. Gava ku xwîner kitêbeke Ken Parker diqedîne, bi qasî balkêşiya çîrokê û hostetiya xêzan, pê dihise ku dibe şeydayê vî antî lehengî jî ku tê vegotin.
Baş e, îja kî ye gelo ev Ken Parker?
Ken Parker gerokekî tenê û kubar e ku baweriyê bi nirxên gerdûnî û aştiyê tîne, û heta ku jê tê hewl dide ku xwe dûr bixe ji jîngeha tije tundrewî ya li dorûberê xwe. Ew xwe weke kesekî wezîfedar an jî rizgarker nabîne, lê belê, ew çend jî hestiyar û mêrxas e ku nikare xwe li hemberî neheqiyên ku li dorûberê wî rû didin ker bike. Ji bo Ken ti giyanewerek ne di ser yê din re ye, ew naşibe lehengên nêrane yên ku em pê dizanin ji cureyê westernê, ew yekî xwende, bi meraq û di şayîşa hebûna xwe de ye. Li hemberî jinan bi şewqet û dilsoz e. Di serdemeke ku çekên otomatîk lê bi kar bûn, sedema bijartina wî ya tivingeke yeklûleyî xwe disiparte wê xweşbîniya wî ya ku eger rojekê mecbûrî nêçîrê bimaya, da ku şansekî duyem bidaya wê giyanewera ku ji wê guleberdana wî ya tenê rizgar bûbe. Ji bo ku jiyana xwe berdewam bike, ji bilî nêçîrvaniyê, rêberiya artêşê jî dike. Ji ber vê yekê, xwîner jî bi Ken Parker re dibe şahidê qetlîam û asîmîlasyona artêşê ya li çermesoran. Di vê rewşê de jî Ken Parker wê sekna xwe ya exlaqî ya ku em jê hêvî dikin, dubare nîşan dide.
İmam Cici

Kitabın temin süresi ortalama 3-5 gündür. Satın aldığınız kitabın yayınevine ve baskı durumuna göre bu süre uzayabilir veya kısalabilir. Megakitap.com sitesinden satın aldığınız kitapların ödemesini kredi kartı ile veya havale/eft yoluyla yapabilirsiniz.
Kitaplar temin edildikten sonra kargoya verilecektir. Stokta bulunan kitaplar aynı gün kargoya verilir. Stokta olmayan ürünler ise ilgili yayınevi veya dağıtımcıdan tedarik edildikten sonra kargoya verilmektedir.
Kargonun teslim süresi bulunduğunuz bölgeye ve seçtiğiniz kargo firmasına göre değişkenlik göstermekle birlikte ortalama 1-2 gündür.
Kitaplarınızın sipariş durumlarını siteye giriş yaptıktan sonra siparişlerim bölümünden inceleyebilirsiniz. Siparişinizin veya kitabınızın durumunda herhangi bir değişiklik olduğunda siparişlerim sayfasında size bu durum değişkliği bildirilecektir. Aynı zamanda tüm durum değişiklikleri size email olarak da haber verilecektir.