Serê salên 90an bû. Wek gelek însanên kurd ez jî hatibûm Stenbolê. Her digeriyam. Min ê çi bikira min jî hê nizanîbû. Ciyên diçûmê hîn zêde kitêbçî bûn. Lê tiştekî bala min dikişand, bi kurdî an bi tirkî kitêbên li ser kurdan min nedidîtin. Çend weşanxaneyên kurdan û wekî din jî hin weşanxaneyên xwediyê wan çepgir, hindik be jî li ser kurdan pirtûk derdixistin, lê ew pirtûk li kitêbçiyan tunebûn. Kitêbçî ne ku însanin xerab bûn lê nedixwestin serê wan têkeve belayê. Kitêbên kurdan li kitêbçiyekî hebûna jî ne li ber çavan bûn. Nedixistin refikên hîzaya çavan. Danîna li ser maseya nava kitêbxanê an xistina vîtrîna dikanê jixwe ne mimkun bû. Datanîn ciyên herî bêkêr. Di dolabên dawiya dikanê û di refikên binî de bi cî dikirin.
Wek ku karê min ê pêşerojê hêdî hêdî diyar dibû. Min ê ji pirtûkên kurdî re malek çêbikira. Malek bi dîwar, bi derî, bi pace, bi refik û bi vîtrîn. Min ê temama pirtûkên kurdî û bi her zimanî pirtûkên li ser kurdan li wê malê vehewandina. Min ê kitêbên bajarên Kurdistanê têxistina vîtrînê û kitêbên kurdan ên nû daniya ser maseya nava dikanê. Ew ê pirtûkên kurdî, bandên muzîka kurdî û kovarên kurdî li ber destan, ber çavan bûna. Û herkesî wê bidiya ku dinya xera nabe.
Selahattin Bulut

Kitabın temin süresi ortalama 3-5 gündür. Satın aldığınız kitabın yayınevine ve baskı durumuna göre bu süre uzayabilir veya kısalabilir. Megakitap.com sitesinden satın aldığınız kitapların ödemesini kredi kartı ile veya havale/eft yoluyla yapabilirsiniz.
Kitaplar temin edildikten sonra kargoya verilecektir. Stokta bulunan kitaplar aynı gün kargoya verilir. Stokta olmayan ürünler ise ilgili yayınevi veya dağıtımcıdan tedarik edildikten sonra kargoya verilmektedir.
Kargonun teslim süresi bulunduğunuz bölgeye ve seçtiğiniz kargo firmasına göre değişkenlik göstermekle birlikte ortalama 1-2 gündür.
Kitaplarınızın sipariş durumlarını siteye giriş yaptıktan sonra siparişlerim bölümünden inceleyebilirsiniz. Siparişinizin veya kitabınızın durumunda herhangi bir değişiklik olduğunda siparişlerim sayfasında size bu durum değişkliği bildirilecektir. Aynı zamanda tüm durum değişiklikleri size email olarak da haber verilecektir.