SELPAKFIROŞ

Stok Kodu:
9786054497997
Boyut:
108
Sayfa Sayısı:
108
Basım Yeri:
A Grafik Tasarım, Diyarbakır
Baskı:
2
Basım Tarihi:
Ekim, 2014
Resimleyen:
2
Dili:
Kurdî / Kürtçe
99,00
9786054497997
1038356
SELPAKFIROŞ
SELPAKFIROŞ
99.00

"Hemû peyvên ku ez dibêjim,

Û peyvên ku ez dinivîsim tev,

Divê baskên xwe fireh vekin bê westan tim,

Û her û her bifirin ref bi ref,

Ta ku bêne cîyê ku dilê te yê bi kul î birîn lê ye,

Û ji te re bixwînin bi şev,

Ji wê derê û bi wê de, ku av dikişin bi himehim,

Li jêr tarîya bahozan yan jî stêrk lê hatibin hev."

Cîyê Ku Pirtûkên Min Biçinê, William Butler Yeats

Weşanxaneya Lîs a ku ji sala 2004'an û vir ve ye li Amedê di warên berhemên telîf û wergerê de bi karên xwe yên berfireh ên weşandin, çapkirin û belavkirina berhemên bi Kurdî berdewam e, heta niha wergera çendîn berhemên nivîskar û helbestkarên cîhanê yên gewre yên wek William Shakespeare, William Blake, Emily Dickinson, R. L. Stevenson, Charles Lamb, William Faulkner, John Steinbeck, Franz Kafka, Stefan Zweig, Marguerite Duras, James Joyce, Gabriel Garcia Marquez, William Saroyan, Juan Rulfo, J. M. Coetzee, Yaşar Kemal, Harry Martinson, Selma Lagerlöf, Mikael Niemi, Äsa Lind, Sema Kaygusuz, Jaklin Çelik, Leylâ Erbil, Müge İplikçi, Murathan Mungan, A. Hicri İzgören, Ahmet Telli, Şükrü Erbaş, Mehmet Çetin, Mustafa Köz, Hasan Bildirici û Selîm Berekat û devîdevî 200 berhemên nivîskarên Kurd weşandine, vê carê bi rêya ji nû ve weşandina berhemine sereke yên van bîst û pênc salên bihurî dest bi vejandina kelepora wêjeya Kurdî ya nûjen dike. Sebaret bi vê yekê jî, piştî 11 salan Lîsê çapa duyem a berhema pêşîn a helbestan a bi navê Selpakfiroş a Kawa Nemir weşand.

Wêjeya Kurdî wêjeyek e, ya ku nemaze di çeşnê helbestê de xwedana keleporeke nivîskî ya dewlemend a çi bigire hezar salî ye, ji Bilûra Min a Celadet Alî Bedirxan, ji Gulfiroşa Cegerxwîn, ji Basên Bêrûdê ya Reşîdê Kurd, ji Gula Sor a Qedrî Can, ji gelek helbestên Evdila Goran, Fêrîkê Ûsiv, Şikoyê Hesen, Rojen Barnas, Arjen Arî, Berken Bereh, Şêrko Bêkes, Evdila Peşêw, Ehmed Huseynî û gelek navên din û vir ve ye, digel asteng û berbestên sedsala XX., wekî zincîreyeke xas a poetîk pê berdewam e xwe gurc û pêç dike, xwe ji nû ve diafirîne, şitafekê dide xwe û li kelepora Kurdî ya helbestê ya dêrîn û ya cîhanê zêde dibe. Ne cîyê gumanê ye ku di vê geşedana berfireh û rûdana mûcîzeyî de yên rêxweşker û damezirîner kanonên me yên serdema klasîk in, ên ku Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Hecî Qadirê Koyî bi xwe ve digirin. Li nik vê dîyardeyê, mebest bi vê yekê Kurmancî be, piştî vê serdema zêrîn a kanonî, ji serê salên 1990'î û pê de qonaxeke terr û teze û berfirehtir li ber helbesta Kurdî vebûye, ku bi raya gelek nûser û edîbên Kurd, êdî bi navê xwe Nifşê 90'î yan jî Nifşê Rewşenê tê zanîn, a ku di her pêpelingeke qonaxa xwe de her wisa jî kartêk û tevkarîya beşa dîasporaya Kurd a li Stockholmê, kovara Nûdem, û çendîn civat û cimaetên wêjeyî yên mayîn mandel nekirîye û geşedana wan jî ji milkê xwe zanîye. Li dû vê destnîşankirinê, êdî îro reng e bi rihetî bê gotin ku di warê helbestê de Berbejna Rê ya Lal Laleş, Janyaya Rênas Jîyan, GulûCinûKavila Osman Mehmed û Selpakfiroşa Kawa Nemir çend ji berhemên rêxweşker in li ber qonaxa ku helbesta Kurdî ya nûjen hatîyê û tê re derketîye.

Li gorî ku Lîs dide xuyakirin, Selpakfiroşa ku çapa wê ya pêşîn di sala 2003'yan de li Stembolê, ji alîyê Weşanên Rewşen-nameyê ve hatibû kirin, ji mêj ve di pirtûkxaneyan de peyda nedibû, lewma jî bi çapeke birêkûpêk, bo cara duyem, piştî 11 salan hat çapkirin da ku ji nû ve bikeve refikên pirtûkxaneyan û nifşê nû yên xwînerên helbesta Kurdî bikaribe beşeke girîng a kelepora helbesta Kurdî ya vê serdema zêrîn a dîyarkirî bixwîne.

Kitabın temin süresi ortalama 3-5 gündür. Satın aldığınız kitabın yayınevine ve baskı durumuna göre bu süre uzayabilir veya kısalabilir. Megakitap.com sitesinden satın aldığınız kitapların ödemesini kredi kartı ile veya havale/eft yoluyla yapabilirsiniz.

Kitaplar temin edildikten sonra kargoya verilecektir. Stokta bulunan kitaplar aynı gün kargoya verilir. Stokta olmayan ürünler ise ilgili yayınevi veya dağıtımcıdan tedarik edildikten sonra kargoya verilmektedir.

Kargonun teslim süresi bulunduğunuz bölgeye ve seçtiğiniz kargo firmasına göre değişkenlik göstermekle birlikte ortalama 1-2 gündür.

Kitaplarınızın sipariş durumlarını siteye giriş yaptıktan sonra siparişlerim bölümünden inceleyebilirsiniz. Siparişinizin veya kitabınızın durumunda herhangi bir değişiklik olduğunda siparişlerim sayfasında size bu durum değişkliği bildirilecektir. Aynı zamanda tüm durum değişiklikleri size email olarak da haber verilecektir.

Kapat