SERCEM ŞI'RÊN JAMES JOYCE / COLLECTED POEMS OF JAMES JOYCE

Stok Kodu:
9786257253833
Boyut:
240
Sayfa Sayısı:
240
Basım Yeri:
İstanbul
Basım Tarihi:
2022
Çeviren:
Kawa Nemir
Dili:
Kurdî (Kürtçe)
123,75
9786257253833
1037944
SERCEM ŞI'RÊN JAMES JOYCE / COLLECTED POEMS OF JAMES JOYCE
SERCEM ŞI'RÊN JAMES JOYCE / COLLECTED POEMS OF JAMES JOYCE
123.75

James Joyce di hişê cemawerî de bi gewre-berhema xwe Ulyssesê ve bûye yek, li gel nasyariyeke nisbeten berbelav bi pexşanên wî yên din. Şi'r û şa'iriya wî gelekî kêmtir hatiye naskirin û her li perawêzê maye. Reng e eve yek ji xedrên mezin be di edeba modêrn de. Lew re ji bilî hindê ku wî pêşiyê şi'r nivîsîne û her xwe şai'r zaniye, dirêje an berdewamiya têma û hêmayan û ya cihêrengiya cureyî û şêwazî heye ji şi'ra wî bo nava pexşana wî.

Lê belê cudatiyeke wan a xweşbextane jî heye – Joyceê ku bo nimûne di Ulyssesê de xwe li pişt bircên vegêraneke objektîv î bi mi'mariyeke şahane asê kiriye, di nav rêzên şi'ra xwe de mirovekî berdest e bi hez û awat û kerb û keserên xwe ve: Di tak-helbestên Erkê Pîroz (1904) û Gaz Ji Tifikekê (1914) de bi peyvbaziyeke sersûrker şerekî parodîk dike li gel nizama rewşenbîrî ya dewra xwe; di Ecce Puerê de li ber jidayikbûna neviyê xwe bendeke irfanî davêje ser çar nifşên bab û kuran yan jî ser hatî û çûyiyên dinyayê; di sêzdeh şi'rên epîsodî yên Pomes Penyeachê (1927) de bi kamiliyeke hêj narîntir hijmekariya xwe li ber nexşên dinya û fezayê dizikirîne; û, axirî di ser hemûyan re jî, di sî û şeş parçeyên mosîqayî yên Mosîqaya Jûrê (1907) de hestyariyeke şareza ya evîn û jînê bi peyv û awaz dike, her wekî gava dibêje:

Li wê saetê ku tişt hemû xwe didine bêhnvedanê,

Lo nazirînê tenê yê perên esmanan,

Aya tu dibihîzî şevbayî û axînên wan

Çengên ku dijenin li ser Evînê

Da vekin derwazeyên zer ên sehergahan?

Ku tişt hemû bêhn vedidin, qey tu bi tenê

Hişyar dibî da bibihîzî jena çengên xweş

Bo Evîna ji pêş de dayî ser riya xwe gurr û geş

Û bibihîzî bayê şevê yê ku bi lawjeyî difetilînê

Ta ku şev berê xwe dide nemanê?

Sercem Şi'rên James Joyce, berê çendîn salên kar û renca şa'ir û wergêrê emegdar Kawa Nemir, tevî pêşgotina Michael Patrick Gillespie û bi teqdîmeke berfireh û bi sedan têbîniyên raveker ên wergêrî, bi çapa duzimanî ya ingilîzî-kurdî, portreyekî hundermend ê wek şa'ir dikêşe bo xwînerên kurdîziman. Her wiha, wergera nayab a Nemir, bi hişyariya li ser hûrdekariyên peyvî û wateyî, bi raçavkirina aboriya deqî/tekstuel, û bi pabendiya bi deng û şêwazên guherbar ên şa'irî, berhemeke layîq e bo gewreyiya navê Joyce û bo zimanê Xanî.

Ergîn Sertem

Kitabın temin süresi ortalama 3-5 gündür. Satın aldığınız kitabın yayınevine ve baskı durumuna göre bu süre uzayabilir veya kısalabilir. Megakitap.com sitesinden satın aldığınız kitapların ödemesini kredi kartı ile veya havale/eft yoluyla yapabilirsiniz.

Kitaplar temin edildikten sonra kargoya verilecektir. Stokta bulunan kitaplar aynı gün kargoya verilir. Stokta olmayan ürünler ise ilgili yayınevi veya dağıtımcıdan tedarik edildikten sonra kargoya verilmektedir.

Kargonun teslim süresi bulunduğunuz bölgeye ve seçtiğiniz kargo firmasına göre değişkenlik göstermekle birlikte ortalama 1-2 gündür.

Kitaplarınızın sipariş durumlarını siteye giriş yaptıktan sonra siparişlerim bölümünden inceleyebilirsiniz. Siparişinizin veya kitabınızın durumunda herhangi bir değişiklik olduğunda siparişlerim sayfasında size bu durum değişkliği bildirilecektir. Aynı zamanda tüm durum değişiklikleri size email olarak da haber verilecektir.

Kapat