SÎYA ŞEVÊ

Stok Kodu:
9786059014175
Boyut:
124
Sayfa Sayısı:
124
Basım Yeri:
A Grafik Tasarım, Diyarbakır
Baskı:
1
Basım Tarihi:
Ekim, 2014
Resimleyen:
1
Dili:
Kurdî / Kürtçe
102,30
9786059014175
1038283
SÎYA ŞEVÊ
SÎYA ŞEVÊ
102.30

Weşanxaneya Lîsê ya ku ji sala 2004'an û vir ve ye li Amedê di warên berhemên telîf û wergerê de bi karên xwe yên berfireh ên weşandin, çapkirin û belavkirina berhemên bi Kurdî berdewam e, piştî rêzeweşanên xwe yên curbicur di warê wêjeya Kurdî ya klasîk û nûjen de, vê carê bi çîrokên "Sîya Şevê" ya romannivîs Îbrahîm Osman derdikeve pêşberî xwînerên xwe yên berkeftî.

Piştî romana xwe ya dilveker "Evîna Mêrxasekî" ya ku çîroka evîna Derwêşê Evdî û Edûlê tîne zimên, Îbrahîm Osman vê carê me dibe geşta çîrokên xwe yên xwedî vegotineke rewan, xweşkok û herikbar. Berhema ku ji heft çîrokan pêk tê, xwîner wer dike di xefika tevin û hûnandinên xwe yên şîrîn de.

Çîrokên Sîya Şevê giranîyê didin kitekitên jîyana gerîlatîyê û salên bi êş û keser ên ku mohra xwe li çarenivîsa gelê Kurd daye. Ji "Nasnameya Bi Xwîn" bigire ku behsa rasthatinîya kambax û dilsoj a xiziman di şerê birakujîyê de dike, heta bi çîroka "Xezîneya Bin Erdê" ya ku balê dikişîne ser destpêka bişkivîna xebata çekdar a gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û sosretîya danûstandina Kurdan a li gel vê xebatê, û heta bi "Yazdeh Gul Bişkivîn" ku çîroka mirina trajedîk a duwazdeh şervanên azadîyê bi destên xwezaya Kurdistanê ya dilkevir radixe ber çavan. Û di nav re, malwêranî, qeleşî, hêvîşikestin û bûyerên kenegirî tevina çîrokan di herîya xwe vedigevizînin.
Îbrahîm Osman xwe di çîrokbêjîya xwe de dispêre dîwarê gewre yê rastgirîya dîroka gelê Kurd a nûjen û hewl dide ku hûrgilîyên vê dîrokê di qalibekî wêjeyî yê cihêwaz de ro bike.

Ji Lîsê...

"... Esman çîksayî bû. Heyv bi rûkenî û nazdarîya xwe, mîna bûka heftrojî dîsa li şevbihêrka stêrkan bi nazenînî rûniştibû. Zinar û latên pozbilind wekî zirx û mertalên ji pola, pêşî li ronayîya heyvê digirt û gelîyê kûr û asê di nav sawa tarîyê de dihişt. Ji newal û gelîyên kûr bi sira bê re bêhna tirs û sawa şevê li derûdoran belav dibû. Şev diricifî.

Wekî her carê, wê şevê jî rêwîya rêya dûr bû. Di cuhok û cobarên ku nola newaya straneke evînê di nav dilê çîyayên bejnbilind re diherikîn, bi xaçerêkên kûvîyan û çolbirên asê re bi ketin û likumandin gelek deverên nû nas kir. Bêhna kulîlk, nêrgiz û rihanên bejî di henaseyên xwe de meyand. Her cihê ku nû didît, kevirek li dîwarê bîranînên wê zêde dikir û bijkojê hestên nû di rehên laşê wê de dibişkivand."

Ji Sîya Şevê

Kitabın temin süresi ortalama 3-5 gündür. Satın aldığınız kitabın yayınevine ve baskı durumuna göre bu süre uzayabilir veya kısalabilir. Megakitap.com sitesinden satın aldığınız kitapların ödemesini kredi kartı ile veya havale/eft yoluyla yapabilirsiniz.

Kitaplar temin edildikten sonra kargoya verilecektir. Stokta bulunan kitaplar aynı gün kargoya verilir. Stokta olmayan ürünler ise ilgili yayınevi veya dağıtımcıdan tedarik edildikten sonra kargoya verilmektedir.

Kargonun teslim süresi bulunduğunuz bölgeye ve seçtiğiniz kargo firmasına göre değişkenlik göstermekle birlikte ortalama 1-2 gündür.

Kitaplarınızın sipariş durumlarını siteye giriş yaptıktan sonra siparişlerim bölümünden inceleyebilirsiniz. Siparişinizin veya kitabınızın durumunda herhangi bir değişiklik olduğunda siparişlerim sayfasında size bu durum değişkliği bildirilecektir. Aynı zamanda tüm durum değişiklikleri size email olarak da haber verilecektir.

Kapat